Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bang li civata partîyê kir ku sibê Pêncşemê bi awayekî awarte kom bibe.
Li gor belgeya fermî ya bangê, nûnerên CHP’ê dê ser ‘’danûstandinên derbarê veguhastina bo dîsîplînê’’ biaxifin.
Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, hin nûnerên CHP’ê, ku di nav wan de parlamenterên wê partîyê jî hebûn, bang li Kilicdaroglu kiribûn ku karvekişîna xwe bide.
Sekreterê Giştî yê CHP’ê Akîf Hamzaçebî ser banga awarte dabû zanîn ku ‘’Kiliçdaroglu dixwaze ku herkes bi dîsîplîn be’’
Berbijarê CHP’ê yê Elezîzê Gursel Erol jî banga çalakîya rûniştinê li pêş partîyê kiribû.