Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje Êrîşa Çekdarî Birine Ser Avahîya Wê ya Stenbolê


Cîgirê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ji Twitterê ragihand ku êrîşa çekdarî birine ser avahîya wan ya Stenbolê.

Ozel dîyar kir ew nikarin ji ti kesî re bibêjin ku te kiriye û ew nikarin bêjin te kirin daye.

Wî îdia kir ku zimanê tund yê Hevpeymanîya Gel bandor kiriye ku bûyereke wisa rû bide.

‘’Em vê êrîşê şermezar dikin û em li bendê ne ku kiryar werin girtin’’ Ozel nivîsî.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ragihand ku ser êrîşê xebatên kamera û tespîtan didomin.

Li gor daxuyanîya serdozgerîyê, li hember avahîya CHP’ê, ji maşîneyê çend gule hatine peqandin û ti ji wan li avahîyê neketine.

Jêder: CHP

XS
SM
MD
LG