Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel dijî danîna qayumê ya ser bajarvanîya Colemêrgê qayuman derket.
“Em red dikin ku bi operasyoneke serê sibê li ser Şaredarîya Colemêrgê, bajarvan Akiş were binçav kirin û bi hinceta dozeke ku 10 sal berê destpê kiribû û hê jî didome, qayum were danîn. Ev bûyer li dijî îradeya gelê Colemêrgê ye,” Ozel got.
Parlamanterê CHP’ê yê Enqerê Tekîn Bîngol ji Dengê Amerîka re got ku ew di serî de hata niha dijî qayuman in loma CHPê heyetekê dîşîne Colemergê.
“Danîna qayuman bi rastî antîdemokratîk e û bi demokrasîyê nagunce. Heke li hemberî vîna gel rêzgirtinek heye demûdest pêdivî ye e ev qayum ji holê werin rakirin. Ev ne tenê jibo şaredar, lê jibo rêzgirtina gel jî pêwîst e. Em di serî de heta niha jî qayuman napejirînin.”
Do Duşemê, bajarvanê Colemêrgê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û piştre jî li şûna wî ve Walîyê Colemêrgê wek qayum hatibû danîn.
Piştî vê biryarê, li Tirkîyê nîqaşên di derheqa qayuman de jî car din gur bûn.
Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya DEM Partî’yê li Enqerê bi awayekî lezgîn civîya. Piştî civînê Cîgirê Serokê Gruba Meclîsê Gulistan Kiliç Koçyîgît preskonferansek li dar xist û banga bîragiştî kir.
“Her kes dizane ku ev biryar sîyasî ye. Gelê Kurd qayumên ku bir rêya derbeyê hatin danîn, avêt nava qûtîya zibilê. Lê li Tirkîyê hiqûqeke taybet li hemberî Kurdan tê nîşandan, emê jî ti gav xizmeta gelên Kurd di nîvî de nehêlin. Emê dest bi nobeda bêrawestîn bikin. Ez li vê derê bangî hemû hêzên demokratîk dikim werin em pêk ve li hemberî qayuman vêna gel biparêzîn,” Koçyîğît got.
Piştî vê bangê li Enqerê, li Stenbolê, li bajarên herêma Kurdan û hin bajarên Tirkîyê yên din daxuyanî li ser daxuyanîyan hatin.
Parlamenterê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Amedê Îhsan Arslan jî li ser erkdarkirina qayumê ya jibo Şaredarîya Colemêrgê bertek nîşan da û ev biryar wek bêrêzîya li hemerî vîna gel nîşan da.
Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dûrxistina Akiş bi doza wî û alîkarîdana terorê ve girê dide.
Hiqûqzan Yusuf Dere ji Dengê Amerîka re got ku di nava hiqûqû de cîhê tiştê ku çêbûye, tuneye.
“Doza Serokê Şaredarîya Bajarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş deh sal in ku heye û hê jî di vî warî de biryarek nehatîye dayîn. Li gor zagona Tirkîyê jî ne pêkan e ku ew ji erka xwe were dûrxistin. Lê, ev biryar ne biryareke hiqûqî ye, tê de bêtir rengê sîyasî dîyar dibe.”
Rewşa ku li Colemêrgê çêbû berî wê di 1 Nîsanê de li ser Hevserokê Şaredarîya Wanê Abdullah Zeydan pêk hatibû.
Wezareta Dadê jiber domkirina darizandina Zeydan ji dadgehê xwestibû ku qayum li şûna wî were danîn, lê jiber helwesta gel ew daxwaz hatibû vekişîn.
DEM Partî di 31 Adarê de 3 şaredarîyên bajarê mezin, 7 bajar, 58 bajarok û 10 nahîya, bi tevahî 78 şaredarî bi dest xistibûn.
Du roj berê, di 2 Heziranê de li Curnê Reş (Hîlwan) hilbijartin hate dubare kirin û careke din DEM Partî ev der qezenc kir û hejmara şaredarîyan kiribû 79’an. Lê piştî danîna qayumê ya ser Colemêrgê hejmara bajarvanîyan careke din daketibû 78’an.
Hîn raportên medyayî îdia dikin ku pêkan e hikûmeta Tirkîyê wê di rojên pêş de hin qayumên din li ser bajarvanîyên DEM Partî erdkdar bike.
Nivîskarê rojnameya Hurrîyet, ku nêzîkî hikûmetê ye, Nedîm Şener berî mehekê di nivîsa xwe de îdia kiribû ku hikûmetê li ser 27 şaredarên DEM Partî lêpirsîn vekirîye ku yek ji wan şaredarê Colemêrgê Akiş bû.