Endamên Partîya Gel ya Komarî (CHP) piştî hilbijartinan dengên ser guherîneke giştî gurtir dikin.
Parlamanterê CHP’ê yê Stenbolê Engîn Altay dîyar kir ku ew encamên hilbijartinê nikare wek serketin bibîne.
‘’Divê meriv zanibe vekişe. Divê rêxistinên me serbest bin. Gava em dibêjin bila rûyên nû werin, em naxwazin ku sîstem û rêxistinên partîyê wek berê bin."
Altay got ku divê ew berî hilbijartinên herêmî rêvebirîyeke nû çêkin û dîyar kir ku divê ew ser encamên hilbijartinan baş bifikirin.
Li ser pirsa ku divê Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu vekişe yan ne, Altay dîyar kir ku niha ne roja vekişînê ye.
Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî do Çarşemê ser guherînê axifî.
Îmamoglu, ku di CHP’ê de navekî li pêş e, got ku ew di hilbijartinan de hinda dikin û divê ew êdî ser sedeman bifikirin û tedbîran bistînin.
Jêder: CHP, Twitter, NTV