Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Li Wanê Bê Hevkariya HDPê Beşdarî Hilbijartinan Dibe


Mehmet Kurukçu serokê CHPê Şaxê Wanê
Mehmet Kurukçu serokê CHPê Şaxê Wanê

Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê didome. Di hilbijartinan de gelek partî bi tifaqan dikevin pêşbirkê. Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP)’ê, bi Partîya Tevgera Netewperest (MHP) û hin partîyên din yên netewperest re tifaqa “Komarî” ava kiriye. Partîya Gel a Komarî (CHP)’ê jî bi, Partîya Baş (İP) û Partîya Saadet re tifaqa “Gel” saz kirîye.

Partîya Demokratîk a Gelen (HDP)’ê jî li hemberî van tifaqan bi 7 partîyên Kurdistanî re tifaqa “Kurdistanî” pêk anî.

Her wiha HDP’ê dîyar kirîye ku li bajarên Kurdan Riha, Entab (Dîlok) û bajarên Tirkîyeyê yên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê wê berbijaran dernexe û piştgirî bide berbijarên partîyên muxalîf.

Li Wanê hilbijartinên herêmî di navbera HDP û AKP de di bore. Sedema vê yekê li bendê bûn ku CHP di hilbijartinan de hevkarîya HDPê bike. Mehmet Kurukçu serokê Rêxistina CHP’ê ya Wanê destnîşan kir ku wan berbijarên xwe yên şaredarîyê eşkere kirine û wek CHP bi serê xwe dê bikevin hilbijartinên xwe cihî.

Kurukçu got “Ji navenda partiya me CHPê, çî biryar ne hatîne sitandin ku em li Wanê li gel HDP an jî ligel partîyek din hevkarîye bikin û tifaqê pek bînin. Jiber vê yekê emê di hilbijartîn xwecihî de bi berbijarên CHP bikevin hilbijartinan. Em li bendê ne ku bi berbijarên xwe li bajarê Wanê serbikevin.”

Hêjayî gotinê ye, ku di hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an de li Wanê Partîya Aştî û Demokrasîyê ji sedî 53 deng wergirtibûn û bûbû xwedîya 12 şaredarîyan, her wiha AKP’ê jî ji sedî 41 deng wergirtibûn û 2 şaredarî bidest xistibûn. Li Wanê rêjeya dengên CHP’ê jî ji sedî, 0,8 e.

Raporta Arif Aslan - Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG