Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keysên Vîrusa Koronayê li Çînê û Korya Başûr Bilind Dibine


Li Çînê û Korya Başûr keysên vîrusa koronayê îro Yekşemê careke din hatin tomarkirin piştî kêmbûneke berbiçav li wan herdû welatan.

Çînê îro 14 keysên nû ragihandin, ku di 10 rojan de yekem car e wiha bilind dibe. 11 keys ji wan li parêzgeha Jilin a bakurê rojhilatê welêt û yek li Hubei bû, ku paytexta wê Wuhan jêdera vîrusê bû.

Keysên Jilin hîşt ku desthilatdar asta huşdariyê li navçeya Şulan bilind bikin, piştî wan huşdarî li tevahiya Çînê daxistibû asta nizim.

Karbidestan got belavbûna vîrusê li Şulanê ji jineke 45 salî belav bûye ku wê di van demên dawî de rêwîtî nekiribû. Wê mêrê xwe û sê xwîşkên xwe û hinek endmên din ên malbata xwe pê xistin. Trênên navçeyên heta dawiya mehê hatin rawestandin.

Korya Başûr jî îro Yekşemê 34 keysên din ragihandin. Ev cara yekem e di nava mehekê de keysên vîrusê li Korya Başûr hejamara 30î derbas dikin.

Serokê welêt Moon Jae-in got divê welatî ne bitirsin û ne jî xemsar bin, lê wî huşdarî da û got:

“ Ziyana gihîştî abûriya me ziyaneke mezin e.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG