John Lee roja Yekşemê wek serokê paşerojê yê Hong Kongê hat hilbijartin, piştî ku zêdetirî 99% ji dengan bi dest xistî ji alîyê komîteyek hilbijartinê ya alîgirê Pekînê ve.
Lee di hilbijartina serokê rêveberiyê da 1,416 deng wergirtin, ku gelek zêdetirî ji 751 dengên bo serketinê pêwîst bû. Nêzîkî 1,500 endamên Komîteya Hilbijartinê spêdeya Yekşemê bi dengdana veşartî dengên xwe dan.
Weke berbijarê yekane di hilbijarinê da, çaverê bû ku Lee bi ser bikeve, bi taybetî ji ber ku Pekînê ew erê kiribû û meha borî bo piştevanîya berbijarîya xwe ji endamên Komîteya Hilbijartinê 786 pêşnîyar wegirtibûn.
Lee dê di 1-ê Tîrmehê de li cihê serokê heyî Carrie Lam bigre.
Lam di daxuyaniya xwe da Lee pîroz kir û got ku ew dê encamên hilbijartinê radestî Pekînê bike.
Di daxuyanîya xwe da Lamî got "Hikûmeta dema nûke û ez dê bo Serokê Hilbijartî veguheztinek bêkêmasî tekez bikin. Em dê bo hikûmetê nû hemû desteka pêwîst bidin."
Hilbijartin, piştî guhertinên mezin di qanûnên hilbijartinê yên Hong Kongê da sala borî çêbû ku piştrast bike ku tenê "welatparêzên" dilsoz yên alîgirê Pekînê dikarin wî postî bigirin.
Ciwat jî ji bo hemû dengên opozîsyonê ji holê rabike ji nû ve hate rêxistin.