Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Pîvanên Dana Vîzeyê ya Geştiyarên Amerîkî Asantir Dike


Balyozxaneya Çînê ya li Washington roja Şemiyê ragihand ku wan biryar daye ji 1ê meha Çile ya 2024ê ve, dana vîzeyê ya welatî û geştiyarên Amerîkî asantir bikin.

Ev pêngava Çînê ya herî nûye jibo geşkirina aborya xwe ku duyemîn aboriya herî bihêz ya cîhnaê ye ku di dema panemiya COVID-19 de rastî qeyranê hatbû.

Balyozxanê li ser malpera xwe weşandîye ku ew serlêdana ji bo vîzeya geştyariyê ya welatiyên Amerîkî "êdî hewce nake ku bilêta firînê, girtina hotêlê, û nameya vexwendinê nîşan bidin," dema ku daxwaza vîzeyê dikin.

Rayedarên Pekînê berê ji bo geştiyarên xwedî pasporta Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, Îspanya û Malaysia, biryara bê vîze serdana wî welatî bikin dabû.

Di dema pandemiya COVID-19 de hejmara geştiyarên ku serdana Çînê dikirin gelek kêm bûbûn, jiber rênûmayên derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de.

Lê dîsan jî, ji dema Kovîdê sala 2019an heta niha rêjeya bilindbûna geştiyaran ku diçin Çînê gihaye 60%.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG