Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Amerîkîyên li Çînê Hatibûn Binçavkirin Serbest Hatin Berdan


Alayê Amerîka û yê Çînê
Alayê Amerîka û yê Çînê

Roja Çarşemê, Qesra Spî serbestberdana sê Amerîkîyên ku li Çînê hatibûn binçavkirin ragihand.

Nûçegihanê kenala Amerîkî Al Hurra ji Qesra Spî ragihand ku kesên hatin berdan ev in: Mark Swidan, Kai Li û John Leung.

Karbidestekî Qesra Spî ji Al Hurra re got ku hewildanên dîplomatîk yên rêveberiya Serok Joe Biden bûne alîkar ku hemî Amerîkîyên ku bi neheqî li Çînê hatine girtin vegerin malên xwe.

Wezareta Derve ya Amerîka şîret li hemwelatiyên xwe dike ku geşt û serdanên xwe yên Çînê ji nû ve binirxînin û li ser xetera "girtina keyfî" hişyarî da.

Li gorî kenala CNN, Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkî roja Çarşemê ji CNN re got ye "Em kêfxweş in ku em serbestberdana Mark Swidan, Kai Li û John Leung ji binçavkirina li Komara Gel a Çînê ragihînin, di demek nêzîk de ew ê vegerin malên xwe û piştî gelek salan yekem car bi malbatên xwe re bibin yek."

Li gorî rayedarekî Amerîkî, ku nexwest navê xwe eşeker bike gotîye di prosesa pevguhertina gitiyan de, dê Çîniyên ku li Amerîka girtîne û nasnam wan nehatîye diyark irin werein berdan.

XS
SM
MD
LG