Serokê Amerîka Donald Trump, roja Şemiyê di twîteke xwe de bûyera bajarê Charotesville li eyaleta Virginia şeremzar kir û daxwza yekrêziya civaka Amerîkî kir.
Trump di twîtê te weha dinivîse"tundiyên sala par li Charottesville bûn sedema mirin û derketina şîdeta ku ti wateyeke wan ti neye. Divê em weke netew bihêyn ba hev, ez hemû cûrên nijadperistiyê û şîdetkariyê şermezar dikim, aştî û tenahî bo Amerîkiyan tevan".
Tê çaverêkirin ku sobe Yekşemê li nêzîk Qesra Spî xwepêşandek mezin li dij rêxistin û grûbên nijadperist li Amerîka bihê rêxistin, hejmarek zêde ji civaka Amerîkî beşdarî xwepêşandê bidin, li bîranîna yekê ya bûyera Charottesville ev meş tê li dar xistin û nijadperistî û şîdetkarî dê bihên şermezar kirin.