Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov û Blinken Li Cenevreyê Dicivin


RUSSIA-USA/SECURITY
RUSSIA-USA/SECURITY

Dîplomatên payebilind yên Washington û Moskowayê îro Înê li Cenevreyê kom dibin ku hewleke dawîyê ye bo çareseriyeka derbarê Ukraynayê, ku Amerîka ditirse Rûsya dê êriş bike tevî hişyariyên li ser encam û tolhildanên tund.


Danûstandinên di navbera Wezîrê Derve Antony Blinken û Wezîrê Derve Sergey Lavrov tenê 11 roj piştî ku cîgirên wan li Cenevreyê civiyan û li hev kirin ku diyalogê biparêzin dema Rusyayê bi dehhezaran leşker ser sînorê Ukraynayê kom kirine.


Berevajî rûniştina 10ê Çileyê, ku nêzî heşt demjimêran dom kiribû, tê çaverêkirin ku Blinken û Lavrov danûstandinek kurt bikin û biryar bidin ka hêşta dîplomasî pêkan e an ne.

XS
SM
MD
LG