Fermandarîya Navendî ya Leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyekê ji zarê qumandarê wê, General Michael “Erik” Kurilla ragihand ku ew hazirîya alîkarîya erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê dike.
"Em wek hemî Fermandarîya Navendî ya Amerîka, jiber erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê ji hemî êş û mirinên re sersaxî dixwazin. Me di 7 'ê Sibatê de li navenda CENTCOM'ê ya li bajarê Tampa yê Florida Tîmeke Çalakîyê ava kir ku desteka zêde bide mezdurên erdhejan li Tirkîye û Sûrîyê.
Qumandarîya CENTCOM'ê bi Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derve, Ajansa Amerîkî ya Pêşvêbirina Navnetewî (USAID) û hevkarên me yên Hêzên Sûrîya Demokratîk re di nava kordînasyoneke nêz de ye. Em herwiha bi Fermandarîya Ewrupa ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (EUCOM) jî ji nêzve dixebitin ku rêkên şandina alîkarî ji Tirkîyê re bibînin.”
Daxuyanîya CENTCOMê di dawîyê de got ku ew jiber vê malwêranîyê sersaxî ji malbatên qurabanîyan re dixwaze.