Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wê di meha Hezîranê de bi koalîsyonê û bi hevkarên xwe yên xwecîhî 37 operasyonên dij DAIŞ’ê pêk anîne.
CENTCOM da zanîn ku di wan operasyonan de 13 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin, 21 kesên din jî hatine girtin.
"Nizimbûna domdar ya kiryarên DAIŞ’ê yên li Îraq û Sûrîyê, nîşana pêgirîya hêzên şîrikên me ya hember misogerkirina ewlehî û aramîya herêmê ye,” Fermandarê CJTF-OIR General Matthew McFarlane got.
Wî dîyar kir ku Koalîyon wê bi berdewamî bi rêka şêwirmendî, alîkarî û xurtkirina hêzên hevkaran, şerê ber bi têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê bidomîne.
General McFarlane da zanîn ku wan ji operasyonên hevpar, 30 li Îraqê pêk hatine û 12 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û 7 jî hatine girtin.
Fermandarê CENTCOM’ê, Gen. Michael “Erik” Kurilla jî got ku ew profosyonelî û dilsozîya hevkarên Îraqî, Sûrî û yên koalîsyonê silav dikin.
“Bizavên me yên domdar yên jibo şikandina DAIŞ’ê tenê bi rêka operasyonên hevbeş û berfireh pêkan e,” General Kurilla got.