Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) îro Înê ragihand ku di êrîşeke esmanî armanckirî de rêberekî DAIŞê li Dêrezorê hate kuştin.
CENTCOM da zanîn ku navê terorîstê kuştî Ebû Yûsif e ku bi navê Mehmud jî tê zanîn û di êrîşê de endamekî din yê DAIŞê jî hate kuştin.
“Ev êrîşa esmanî beşek ji pêgirîya domdar ya CENTCOMê ya bi hevkarên xwe yên li herêmê ye ku hewilên terorîstan yên jibo danîn, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî sivîl û kesên leşkerî yên Amerîkî, hevalbendên me û hevkarên me yên li seranserê herêmê lawaz û tune bikin.”
CENTCOM di daxuyanîya nivîskî de got ku ew êrîş li deverekê hate kirin ku berê di destê rejîma Beşar Esad û Rûsyayê de bû.
“Wek me berê jî gotibû ku Amerîka bi hevbend û şirîkên xwe yên xwecîhî re dixebite ku rê nede DAIŞ sûdê ji rewşa niha ya Sûrîyê wergire û xwe jinûve xurt bike.”
CENTCOM bi berdewamî got ku armanca DAIŞê ew e ku pirtir ji 8 hezar çekdarên xwe yên li zindanên Sûrîyê ne derxîne.
Qumandarê CENTCOM, General Michael Erik Kurilla got ku ewê endamên DAIŞê ku hewil didin operasyonên li dervayl Sûrîyê pêk bînin jî di nav de, b biryarderî rêber û endamên DAIŞê bikin armanc.