Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) û Koalîsyona Navnetewî ya dijî Daişê, vê dawîyê êrîşên li dijî rêxistina Huras El-Dîn ya bi ser Al-Qayde ve li bakur rojavayê Sûrîyê zêde kirine.
Li gor agahîyên ku hatine berhevkirin, ji destpêka vê salê ve 5 êrîşên ezmanî bi dronan dijî vê rêxistinê li parêzgeha Îdlibê pêk hatine, di encamê de 1'î Tirk û 2'yên Lîbî bi giştî 7 serkirde û endamên Huras El-Dîn hatine kuştin.
Derbarê zêdebûna operasyonên CENTCOM û Koalîsyonê li dijî Huras El-Dîn de, Lamar Erkendî, lêkolera şareza bi karûbarê rêxistinên terorîst, vê yekê vedigerîne pabendbûna Amerîka bi şerê terorê da ku rê nede wan dîsa xwe li Sûrîyê birêxistin bikin.
Erkendî herwiha îdîa dike ku bi hatina Heyet Tehrîr El-Şam li ser desthilata li Şamê re, çavdêrî û şopandina van rêxistinên tundrê jibo Amerîka hêsantir bûye.
"Ev cîhadîst êdî li Şam û Îdlibê li ber çavan tên dîtin, piştî ku salên dirêj xwe vedişartin, lê îro ew di bin çavdêrîya welatên rojavayî de ne. Amerîka ji hemû liv û tevgera wan agahdar e û dikane çavdêrîya peywendîyên wan yên telefonî jî bike. Loma, Amerîka dizane çiqas ev rêxistin metirsîdar in ku di vê dema pir kurt de wan bêtir armanc dike," Erkendî got.
Ji alîyê xwe ve nivîskar û şîrovekarê sîyasî Munzir Mihemed dûr nabîne ku zêdebûna operasyonên CENTCOM û Koalîsyonê li dijî Huras El-Dîn, bi erêkirin û hevkarîya HTŞ anku hikûmeta demkî ya Şamê be, çimkî di dema dawî de nakokî û hevrikî di navbera her du alîyan de anku HTŞ û Huras El-Dîn de derketibûn.
Mihemed herwiha dibêje ku Koalîsyon bi serkêşîya Amerîka dixwaze ku rêxistinên terorîst bi temamî li Sûrîyê nemînin û wan bidawî bike.
"Koalîsyon û Amerîka ji Şamê re dibêjin ku ew naxwazin Sûrîyê bibe navendeke nearamîyê ku ne tenê herêmê lê cîhanê giştî jî bixe bin metirsîya terorê. Ev nameyeke ji hikûmeta ku niha li Şamê re ye, daku xwe biguhere û li dijî grûpên tundrê be ku ev hikûmet mayînde bibe di siberoja de, lê ew bixwazibin hin tiştan bikin ewlehîya herêmê û Sûrîyê têk bibin", Mihemed got.
Cîhê bîrxistinê ye ku rêxistina Huras El-Dîn sala 2018'an hatibû ragihandin, Amerîka û Yekîtîya Ewropa ew xistibûna lîsteya terorê ku rêxsitneke tundrê û girêdayî El-Qaydê ye herwiha gelek cîhadîstên bîyanî di nav xwe de dihewîne.
Bingehên wê pirtir li bakur rojavayê Sûrîyê ne ku ev dever berî rûxandina rejîma Beşar El-Esad bin serwerîya Heyet Tehrîr El-Şam de bûye.
Piştî ketina rejîmê, Huras El-Dîn xwe weke rêxistin jihev kir, lê hin çavdêr vê yekê weke gaveke tektîkî binav dikin ku di pratîkê de ew weke xwe maye û êrîşên CENTCOM û Koalîsyonê nîşaneya berdewamîya gefa wê ye.
Jibo guhdarîkirina li raportê fayla deng vekin