Komandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) Michael Erik Kurilla serdana Urdunê û Sûrîyê kir.
Bi serdana ku ji 12 heta 14’ê Tîrmehê dom kir, Kurilla ligel rêberên Urdunê û leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê kom bû, li gor CENTCOM.
Kurilla 13’ê Tîrmehê ligel Sererkan artêşa Urdunê Yousef Alhnaity û fermandarên payabilind yên tîma wî kom bû.
Di civînê de karbidestên leşkerî ser şerê Îsraîl û Hamasê û êrîşên Husîyan yên li Deryaya Sor danûstandin kirin.
Kurillah li Urdun û Sûrîyê çû hin navendên leşkerî yên Amerîkî û bi fermandaran re ser pêşvebirina parastinê û kempeyna têkbirina (Dewleta Îslamî) DAIŞ peyivî.
Jêder: CENTCOM