Êzîdîyên Efrînê ku ji cîwarê xwe hatine koçber kirin, cejina Xizir Îlyas li kampa derbidaran li Şehbayê, pîroz kirin.
Bi bûneya cejinê şahîyek hate li dar xistin, tê de bi dehan bawermendên ola Êzîdî hazir bûn.
Şahîyê bi xwendina qewl û nimêja ola Êzîdî destpê kir, piştre bi sitran û govendê dewam kir.
Endamê Yekîtîya Êzîdîyan, Şukrî Ebdo got ku ew berî cejinê sê rojan rojîyê digrin û roja çarê cejinê pîroz dikin.
“Ev sê sal in ku em hatine koçber kirin. Tevî wê em şahîyê xwe pêk tînin û dest ji kevneşopîyên xwe bernadin û hemû pêkhateyan vedixwînin şahîyê.”
Endama Yekîtîya Jinên Êzîdî Gulê Cefer wateya cejina Xizir Îlyas şîrove kir û got ku cejin girêdayî xwezayê ye û navê xwe ji Xwedawendên Keskayî û Baranê standiye.
“Cejin Pêncşema yekê ya meha Sibatê ye li gor salnameya şerqî tê pîroz kirin. Ev cejin kevnar e, gelên xweza diparast ew pîroz dikirin ku bûye çanda Mezopotamya. Êzîdî vê cejinê heta roja îro pîroz dikin”.
Wek nîşaneya girêdana cejinê bi xweza û çandinê re, Êzîdî xwarineke taybet amade dikin ku navê wê Bêxweîn e ku ji 7 cureyên teneyan yên wek genim, ceh, nok, nîsk, garis û dendikên sebzeyan pêk tê.
Ew tene tên qewrandin û hêran û di tûrikan de tê belav kirin ku her kes bi miraza xwe wê xwarinê dixwe.
Qîza Êzîdî Orîvan Menan hêvîyên xwe parve dike. “Ez hêvî dikim ku cejina aştîyê li her derê bi xweşî derbaz be û nema xwîn were rijandin û jîyana me êdî rast be.”
Hêjayî gotinê ye ku 22 gundên Kurdên Êzîdî li herêma Efrînê hene û Rêvebirîya Xweser tersî rejîma Sûrî Êzîdahî wek oleke fermî nas dike.
Di dema Rêvebirîya Xweser de Ezîdî bi serbestî cejin û merasîmên ola xwe pêk danîn. Lê. piştî destdanîna Tirkîyê ya ser herêmê rewşa Êzîdîyan li hindurê Efrînê serûbin bûye, mezargehên wan hatine rûxandin û piranîya wan bi neçarî derbider bûne.