Meha Dîroka Amerîkîyên Reş li Amerîka yek ji kevintirîn pîrozbahîyên rêxistinkirî ye ku tê pîrozkirin li ser asta netewî li Amerîka ku ew bi dehsalan ji hêla serokên Amerîka ve hatîye pesendkirin û bi fermî tê ragihandin û pîrozkirin.
Meha Dîroka Amerîkîyên Reş çawa destpê kir?
Ev bîroke li ser destê Carter G. Woodson, damezrînerê Komeleya Lêkolîna Dîroka Afrîkî-Amerîkî çêbû, ku wî yekem car hizra pîrozbahîya dîroka welatîyên Amerîkî yên reş ragîhand ku dawîyê bû Meha Dîroka Amerîkîyên Reş li ser asta Amerîka bi tevahî hat.
Woodson, kurê malbatek ji koleyên eyaleta Virginia ye yên ku vê dawîyê ji nîrê koletîyê hatine azadkirin. Wî doktoraya xwe di dîrokê de ji Harvardê wergirt, û ji ber tirsa ku nifşên nû ji reşên amerîkî dîroka xwe nasnekin yan jibîr biki, wî hizra Hefteya Dîroka Amerîkîyên Reş ragîhand, da ku berê gêncên Amerîkîyên Reş bide dîrok û mîrateya bav û bapîrên wan.
Woodson xemgîn bû ku zarokên Reşan li dîbistanên Amerîkî di destpêka salên 1900-an de nehatine fêrkirin li ser destkeftîyên bav û kalên xwe.
Woodson digot: "Heke nijadek bê dîrok be, û ger kevneşopîyek wê ya binirx tune be, wê di hizra cîhanê de tune bibe, û wê di bin metrisîya tunekirin û hindabûnê de be."
Çima Sibat bûye Meha Dîroka Amerîkîyên Reş?
Woodson meha Sibatê ji bo Hefteya Dîroka Negro hilbijart ji ber ku rojbûna Serokê amerîka Abraham Lincoln û rêberê tevegera reşan Frederick Douglass bû. Lincoln di 12ê Sibatê de ji dayik bû, û Douglass, kolê berê ku rojbûna xwe ya rast nizanibû ji ber wê wî roja 14ê Sibatê kir rojbûna xwe.
Daryl Michael Scott, profesorê dîrokê yê Zanîngeha Howard û serokê berê yê ASAAH, got Woodson ew hefte hilbijart ji ber ku Amerîkîyên Reş berê rojbûna Lincoln û Douglass pîroz dikirin.
Bi alîkarîya rojnameyên Reşan, wî ew hefte wekî demek ku balê bikişîne ser dîroka Afrîqîyên-Amerîkî wekî beşek ji pîrozbahîyên ku ji xwe berdewam bûn destnîşan kir.
Pênasîna Serokên Amerîka bi vê mehê:
Her serokekî Amerîka ji Gerald R. Ford û vir ve ta bi Joe Biden jî vê mehê pîroz dikin û bi fermi daxuyanîyek didin ji bo pîrozbahîya Dîroka Amerîkîyên Reş li Amerîka.
Jêder: VOA