Li eyaleta California ya Amerîka, bi ser festîvaleke xwarinê de êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.
Polîsan êrîşvanek kuşt û dîyar kirin ku ew li bergumanekî din jî digerin.
Di hin vîdeoyan de, ku li ser medya civakî hatin par vekirin, tê dîtin ku kesên li festîvalê bi tirs ji wir direvin.
Serok Donald Trump ji Twitterê bang li gelên herêmê kir ku baldar bin.