Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Rastî Derbarê Şewatên li Los Angeles


Dîmenê Şewatên li California
Dîmenê Şewatên li California

Şewatên ku li çend deverên bajarê Los Angeles yê California derketine, ew şewatên herî wêrankarin yên di dema 40 salan de li Amerîka.

Piştî deh rojên ku ew agir ji kontrolê derketîn, sibeya roja Înê 17ê Çile karbidestên California gotin ku, di erkê vemirandinê de wan pêşketineke baş bi destxistîye.

Vîdyoyên ji deverên şewatan digehin nîşan didin ku hin deveran xetera agir li ser wan nemaye rûniştvan vedigerin malên xwe.

Niha 5,000 karmendên vemirandina agiran ji çendîn wîlayetên Amerîka, Kenda û Meksîko digel 1,400 meşîn, 84 firokên taybet bi şev û roj kar dikin jibo vemirandina agiran.

Zarar û Zîyana Şewatan Çi Ye?

Ji roja 7 Rêbendanê vir ve, di wan şewatan de 27 kes mirine û hêşta 23 kes jî winda ne.
Pêtên agiran 12,000 xanî û avahîyên wan deverên çîyayî kirine xwelî.

200,000 xelkê Los Angles ji malên xwe derketin.

Ji berk û hêşta agir bi yekcarî ne hatine vemirandin, lê li gora hinek jêderan zarara wan agiran heya niha gihaye 275 Milyar dolaran.

Sedema derketina Şewatan Çi Bû?

Weka gelek wêrankarîyên xwezayî li Amerîka, sedemên agirên Los Angeles û serneketina ajansên wîlayrtê di vemirandia wan de bûne naverokê nakokîyên sîyasî. Komarî û pêş hemûyan serokê hilbijartî Donal Trump dibêjin xirabîya rêvebirîya wîlayeta bi piranî Demokrat sedemê wan şewatan bû.

Karbidestên California jî hêşta lêkolînan dikin ka eger sedemek taybet heye ji bilî egerên keş û hewa bûye sedema berbûna agiran. Lê têgehiştinek giştî heye li ser sedeman ku hema hema tevaya karbidestan li ser hevbîr in, "keş û hewayê dijwar di du salên borî de bû sedema şert û mercên ku ew agirgurtir dibin."

Dîmenên Şewatên li California
Dîmenên Şewatên li California

Li herêma başûrê California hewayê pir şil ji zivistana 2023'an heya buhara 2024'an hat. Ew ba alîkar bû pir giyayên nû bilez şîn bibin, evca keş û hewayê zuha yê demdirêj bi ser wê herêmê de hat. Wêna şert û mercên ku şewat derkeve holê afirandin.

Çima ji Kontirolê Derket?

Bayên bihêz û bi leza 160 Kîlomîtran di demjimêrekê de yên bi navê Santa Ana li wê herêmê şewat bileztir xistin û di demek zû de pêlên agir gîhan 7 deverên Los Angeles.

Lê rêveberên ajansên agirvemirandinê dibêjin xerabî û nerêkiya birêvebirin rolê mezin hebû di jidest derketina kontirolkirina agiran. Nerêkiyên mîna; rêveberiya xirab a daristanan, dereng gihandina karmendên agirvemirandinê jibo deverên şewatê, ne hevkariya şirîketên enirgiyê, û kêmkirina budgeya ajans û saziyên agirvemirandinê, her hemî bûn sedem ku şewat zû neyên kontrol kirin.

Jêder: Hin pêzanîn û zanyarî ji van jêderan hatine wergirtin: World Vision/NBC News/News Nation

XS
SM
MD
LG