Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: HDP'ê Serkeftineke Mezin bi Dest Xist


Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan
Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku dê ser dengên wenda yên hilbijartina 24’ê Hezîranê vekolîneke berfireh bikin.

HDP’ê bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew li bajarên Kurdan negêhiştine armanca xwe û bi qasî 120,000 deng kêm kirine.

HDP’ê dîyar kir ku sedemên kêmbûna dengan, zorbazîya giran, veguhastina sindoqan, rêjeyeke bilind ya dengên nehatine pejirandin, astengkirin, desteserkirin û girtina karbidestên partîyê ye, lê ew tevî her tiştî kêmasîyê di HDP’ê bi xwe de dibînin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku hilbijartin di şertên rêwa de li dar neketiye.

‘’Tevî ku Rewşa Awarte (OHAL) dom dikir û berbijarê me yê serokomarîyê birêz Selahattîn Demîrtaş girtî bû, me serkeftineke mezin bi dest xist. Di vê hilbijartinê de HDP bi ser ket’’ Buldanê got.

Buldanê dîyar kir ku dijî HDP’ê gelek neheqî çêbûne, lê HDP’ê dîsa jî benda hilbijartinê, ku 10 ji sedê ye, derbaz kiriye.

Hevseroka HDP’ê da zanîn ku ew spasîya hemî gelên ku deng dane wan û nedane wan dikin û dîyar kir ku hilbijêr dibêjin ku ‘’Em parlamentoyeke bê HDP, Tirkîyeke bê HDP’’ naxwazin.

XS
SM
MD
LG