Serokomarê Îraqê Berhem Salih roja Pêncşemê red kiribû ku Esad Îdanî yê berbijarê fraksîyona bi piştgirîya Îranê, jibo posta serokwezîrîyê erê bike.
Salih gotibû ku ew amade ye dest ji kar berde, lê ew naxwaze kesekî ku ji alîyê xwepêşanderan ve tê red kirin, bo posta serokwezîrîyê erkdar bike.
Şêwirmendê seroktîya Îraqê Hesen Cîhad û rêvebirê Fraksîyona ‘Hikma’ ya Şîayan Nejad Hesen dibêjin ku karvekişîna Salih ne bijareyeke baş e.