Karbidestên berevanî û îstixbaratî yên Brîtanya îro Pêncşemê ragihand ku di encama êrîşeke Ukrayna de bajarê Khersonê ya bin kontrola Rûsya ji hermên din yên dagirkirî qut bûye.
Karbidestên Brîtanî dîyar kir ku bi hezaran hêzên Rûsî yên li nêzî çemê Dnipro jî neçar û asê mane.
"Artêşa 49’an ya Rûsî ku li berava rojavayê çemê Dnipro xwe bi cîh kiribû, niha di rewşeke dijwar ya pir xeter de xuya dike."
Wezareta Berevanî ya Brîtanî herwiha got ku hêzên Ukraynî dibe ku li ser başûrê Çemê Ingulets pireke ava kiriye, topên nû û dûravêj bikar anîne ku herî kêm sê pirên li ser Çemê Dnipro hilweşandine.
Wezaretê bi berdewamî got ku hindakirina Khersonê wê hewlên Rûsya yên bo nîşandana dagirkeriyê mîna serketînê bi gelemperî têk bibe.
Sekreterê Civata Ewlekarîya Neteweyî û Berevanîyê ya Ukrayna Oleksiy Danilov zûtirin îro ragihandibû ku Rûsya hejmara herî zêde ya hêzên xwe li herêma Kherson dicivîne, lê wî ti hûrgilî neda.
Ukrayna dîyar kiribû ku ew dixwaze Khersonê jinûve bigire, herema ku di rojên destpêkê yên dagirkirina Rûsya de ketibû destê hêzên Rûsî ku di 24ê Sibatê de destpê kiribû.