Ajansa nûçeyan Tass ya Rûsî ragihand ku şewat îro Duşemê li depoyeke petrolê ya Rûsî ya li herema Bryansk ya nêzî sînorê Ukrayna şewat derketiye.
Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsya da zanîn ku şewata mezin ya li depoya bajarê Bryanskê bi şev derketiye.
Satalaytên NASA'yê yên ku şewatên li serenserê cîhanê dişopînin, nîşan didin ku şewata li navenda petrolê Rosneft ku 110 kîlometre li bakurê sînorê Ukrayna ye, didome.
Xwedîyê Depoya petrolê kompanîya Transneft-Druzhba ye, ya ku şaxekî kompanîya Transneftê ya di bin kontrola dewleta Rûsî de.
Transneft-Druzhba xeta borîya Druzhba (Dostanî) ya ku dikeve rojava yê welêt, petrola xam ber bi Ewrupa ve vedugehstîne.
Karbidestên Rûsî heya niha eşkere nekirine ku ka şewat dikare bandorê ser radestkirina petrolê bike yan na.
Anton Gerashchenko, şêwirmendê serekî ya wezareta navxweyî ya Ukrayna, ragihand ku mirovên li nêzî depoya petrolê ku dişewite dijîn ji heremê têne derxistin.
Moskova berê Ukrayna bi êrîşên li ser herêma Bryansk ya Rûsya, ku hevsînorê Ukrayna ye, tawanbar kiribû.
Karbidestên payebilind yên ewlekarî yên Ukraynî red dikin ku Kîev li pişt êrîşeke esmanî ya berê ya dijî depoyeke petrolê ya li bajarê Belgorodê yê Rûsya ye, ya ku 60 kîlometre dûrî sînor e.