Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Brîtanya Ser Kuştina Cemal Xaşiqcî Serdana Erebîstana Saudî Dike


Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt, bo ronîkirina kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, îro Duşemê serdana Brîtanya dike.

Piştî kuştina Xaşiqcî, cara pêşî dê wezîrekî Brîtanya here Erebîstana Saudî.

Wezareta Derve ye Brîtanya bi daxuyanîyekê ragihand ku Hunt dê bi Qralê Erebîstana Saudî Selman Bîn Abdulazîz û Prensê Cîgir Muhammed Bîn Selman re bicive.

Li gor daxuyanîyê, Hunt dê hewil bide ku karbidestên Saudî û yên Tirk ser ronîkirina kuştina Xaşiqcî hevkarîyê bikin.

Wezareta Derve ya Brîtanya dîyar kir ku civaka navneteweyî jiber kuştina Xaşiqcî hêrs bûye û divê bo çêkirina dadmendîyê Erebîstana Saudî û Tirkîyê tev vê bûyerê vekolin.

Jeremy Hunt dê di serdana Erebîstana Saudî de ser bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê jî biaxife.

XS
SM
MD
LG