Serfermandarê artêşa Brîtanî Tony Radakin îro Pêncşemê ragihand ku serokê Rûsya Vladimir Putin li Ukrayna ji niha ve şer hinda kiriye û rewşa wî ji ya berî dagirkirinê qelstir e.
" Putin di gelek waran de, jixwe hinda kiriye. Putin ne tênê ji xapandina ser bûyerên ku ew dixwaze me bide bawer kirin dûr ê, hevdem Putin bi çend nirxandinên xelet yên mezin zarar da xwe."
Amîral Tony Radakin îro di civîneke li Londonê anî ziman ku armanca Moskowê ya kontrolkirina tevahîya Ukrayna têk çûye.
Lê, wî bi berdewamî hişyar kir ku dijwarîya bo Ukrayna wê hefteyên pêş de hêj jî bidome.
Radakin herwiha da zanîn ku li hemû astên artêşa Rûsya de ser dagirkirina Ukrayna nerazîbûn hene.
"Ji leşkerên Rûsî re, ji fermandarên wan re nehatiye gotin ku ew Ukrayna dagir dikin."
Hin karbidestên Rojavayî dibêjin ku dorhêla piçûk ya Putin rewşa rast ya şer jî wî re nabêjin loma Putin hêza berxwedana Ukraynî şaş esab kiriye.