Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Ewê Qaçaxçîyên Mirovan Têk Bibe


Dîmeneke ji zarokên koçber yên ku piştî ku kanal derbaz kirin, li Dungeness, Brîtanya, 24 Mijdar.
Dîmeneke ji zarokên koçber yên ku piştî ku kanal derbaz kirin, li Dungeness, Brîtanya, 24 Mijdar.

Wezîrê Koçberîyê yê Brîtanya Kevin Foster îro Pêncşemê dîyar kir ku Brîtanya bi biryar e ku awayê bazirganîya qaçaxçîtîya mirovan têk bibe.

Kevin Foster, ev daxuyanîya piştî mirina 27 koçberên ku hewl didan ku ji Kanala Brîtanya ya deryayî derbaz bibin û rexneyên Fransayê da.

Foster ji televîzyona BBC re got ku ew amade ne ku piştgirîyê bidin, çavkanîyan pêşkêş bikin û herwiha tîmên hawarçûnê bişînin wir ku alîkarîya karbidestên Fransî bikin.

"Em zelal in: em vê yekê ne wek pirsgirêkeke ku divê Fransa çareser bike dibînin, lê em dixwazin bi Fransa û hevkarên xwe yên berfireh yên Ewrupî re bi hev re bixebitin da ku modela karsaziya van çeteyan têk bibin. "

Wezîrê karên navxwe yê Brîtanî Priti Patel dê îro ser mijarê bi hevtayê xwe yê Fransî Gerald Darmanin re biaxife.

XS
SM
MD
LG