Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Almanya Peymana Hevkarîya Leşkerî Îmza Dikin


Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Gavin Willason û hevtaya wî Ursula von der Leyen
Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Gavin Willason û hevtaya wî Ursula von der Leyen

Brîtanya ya ku hazirîya derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) dike, bi Almanya re peymana hevkarîya leşkerî îmza kir.

Wezîrên her du dewletan, bo merasîma îmza li Sennelager ya li rojavayê Almanya, ku li wir yekîneyên Brîtanya hene, civîyan.

‘’Emê Ewrupa di NATO de xurt bikin, bo ewlekarîya Ewrupa bixetibin û dijî gefên ewlekarîyê berxwedana Ewrupa mezintir bikin’’ di peymanê de hat nivîsîn.

Li gor peymanê, hêzên esmanî, derya û bejayî yên Brîtanya û Almanya dê bi hev re bixebitin.

Brîtanya di YE’ê de bo ewlekarîyê roleke girîng dilîst. London bi îstixbarta xwe ya xurt jî navdar e.

Hêza leşkerîya ya Brîtanya, li Ewrupa, piştî Fransa welatê herî li pêş e.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kiribû ku ewê bo ewlekarîya welatê xwe û Ewrupa xebatan bidomîne.

XS
SM
MD
LG