Brîtanya îro Sêşemê dijî yekîneyên Rûsî yên li Ukrayna tilîyên wan ketine karanîna çekên kîmyayî tole ragihandin.
Hikûmeta Brîtanî herwiha Moskow bi taktîkên zalim û dijî mirovahîyê tawanbar kir.
Hikûmeta Brîtanî dîyar kir ku di nav wan kes û sazîyan de ku dijî wan tole hatine ragihandin Yekîneyên Berevanîyê yên Bîyolojîk, Radyolojîk û Kîmyayî û rêberê wî Igor Kirillov jî hene.
Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy dîyar kir ku ‘’Putin û dewleta wî ya mafya’’ Peymana Çekên Kîmyayî jî di nav de hiqûqa navneteweyî binpê dike û got ku ewê Brîtanya li hember van tevgerên Rûsya bê gav nesekine.
Balyozxaneya Rûsî ya li Londonê ser daxwaza şirovekirina toleyan ya ajansa nûçeyan ya Reutersê ti bersîv neda.
Hefteya borî jî hikûmeta Brîtanya gotibû ku Rûsya jibo operasyonên dijî NATO koma sûcên sîber Evil Corp erkdar kiriye û dijî 16 endamên wê tole ragihandibûn.
Jêder: Reuters