Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Wê li Norwêcê Bingeheke Nû ya Leşkerî Damezirîne


Brîtanya ragihand ku ewê bo xurtkirina baskê bakur yê NATO li Norwêcê bingeheke leşkerî damezirîne.

Bingeha leşkerî wê li bakurê dûr yê Norwêcê were ava kirin.

Hêzên Deryayî ya Brîtanya dîyar kir ku navê bingehê Camp Viking e û ewê bo hêzên deryayî bibe navend.

Li gor ragihandina karbidestên Brîtanî, hêzên li wê bingehê wê ew yekîne bin ku karibin di sermaya zêde de bixebitin.

Ew bingeh wê bo 10 salan piştgirî bide fermandarên Brîtanî.

Avakirina vê bingehê li vê demê rast tê ku Rûsyayê Ukrayna dagir kiriye.

Swêd û Fînlandîya jî piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên tifaqê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG