Hunermend û mûzîkjenê kurd Brahîm Şêxo albuma xwe ya nû belav kir, ku 18 stranên kurdî ji her zaravên kurdî neqandiye û bi awayekî nû û mûzîkjenî bo amêrîa piyano amde kiriye.
Ev album, mîna rêzgirtinekê ye ji mûzîka kurdî re û hunermendên kurd re jî , ji aliyê Brahîm ve, ku wî xwest keda van hunermendan bi awayek nû bi kesên biyanî re parveke û rê bide awazên wan ku her kesek karibe li wan guhdar bike û lê bide.
Brahîm di wê baweriyê de ye ku derfet li pêşiya mûzîka kurdî heye ew belav bibe û li gorî amîrên mûzêka kilasîk bên duristkirin , wek Piyano, Gitar û Keman.
Brahîm di sala 1981ê de, li bajarê Gundbade Kauus li Îranê ji dayik bû.
Piştî ku malbata wî li wir bibû penaber ji ber rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê.
Bavê Brahîm hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye, ku do sala 1974 an de tevlî şoreşa Başûrê Kurdistanê bibû.
Di temenê 14 salî de, bi ser Mûzîka Kilasîk vebû û ji wir ve hezkirina wî destpê kir ta roja îro.
Di sala 2014 an de, Brahîm albûma xwe ya yekem derxist, di bin navê (Dilopên Sîyekê) .
Di sala 2017an de albuma xwe ya dûyem (Novelle) deranî.