Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û seroka komîsyona Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen dîyar kirin ku pêyvajoya danûstandinên derbarê Brexit hatîye dirêj kirin.
Di hat çaverê kirin ku Yekşemê 13ê Kanûnê li ser derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupa biryarek bihata dayîn.
Danûstandinên navbera Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa de, piranî jibo çareserkirina alozîyên ser peymana ku destûrê dide Brîtanya bi bacên sifir û kotaya sifir bigehîje bazarên YE, didome.
Roja Yekşemê her du serokan bi daxuyanîyeke hevpar wan peywirdar bo berdewamkirinê, erkdar kirin. Johnson û von der Leyen got "Tevî westandina piştî danûstandinên hema hema salekê, û negîheştina demên dîyarkirî jî em difikirin ku di vê xalê de, berpirsîyarin ku hinek din dem bidin."
Serokwezîr Johson got ku her du alî dê hewil bidin gelek afirîner bib, lê Brîtanya nikare ji "xetên sor" yên sereke varê bibe.
Jiber vê yekê îhtîmala herî bilind, bêyî avakirina peymanek e, lê bazirganîya bi şertên ne-destûrdar yên ku ji hêla Rêxistina Bazirganîya Cîhanî ve hatîye danîn e.
Brexita bêyî peymaneke bazirganî dê zirarê bide aborîya Ewrupa, ewê bazarên darayî de pirsgirêkan derxîne, sînoran bişkîne û kaosê bi sistemên bazirganî yên li Ewrupa û derveyî wê derxîne holê.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel li Berlînê got ku jibo gîheştina lihevkirinekê gelek baş e.
Bi sedema rêzikên neserketî yên li pey hev, dem êdî gelek kurt e. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk yên li Brukselê, 27 welatên ku endamên YE e, jibo biryara berdewamkirina gotûbêjan de gotinin rojên pêşîn dê di girîng bin.
Dîplomatên YE ji Reuters re gotin ku heke dem jibo pejirandina parlamentoya EU nemîne, dewletên YE dikarin peymanê, bi pejirînin da ku destûra serdana demkî ya Brîtanya pêk were.