Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell, di salvegera yekê ya êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê li ser Îsraîlê de, îro Duşemê got ku Rojhilata Navîn li ber şewateke wêranker e û rewş xirabtir dibe.
“Gelê herêmê ji her demê zêdetir bê ewle ye û di nav çerxeke tund, nefret û tolhildanê ya bêdawî de ye. Tevahîya Rojhilata Navîn li ber şewateke mezin e ku xuya dike ku civaka navnetewî jî nikare kontrol bike.”
Borrell got ku êrîşên terorîstî yên hovane yên ku di 7’ê Cotmeha ya par bandor li herêmê, li YE û tevahîya cîhanê kiriye.
Borrell banga agirbestek demûdest ya li hemû enîyan dubare kir û got ku jibo azadkirina Îsraîlîyên di 7'ê Cotmehê de dîl hatine girtin, ev yekane rê ye.
Borell balkişand ku salvegera 7’ê Cotmehê tenê hewlên YE li ser hewcedarîya pêkanîna agirbesta herêmî xurt dike.
27 endamên YE li ser berteka xwe ya jibo şerê li Gaza cudabîr in û heta niha nikarîne bandora xwe li herêmê bixebîtinin ku şer bisekînînin.
Jêder: AFP