Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton jiber Êrîşên li Kendavê Îranê Tawanbar Dike


Şîretvanê Netewî yê Amerîka John Bolton îro Çarşemê got ku berpirsa êrîşên hember keştîyên nefthilgir yên li berava Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, îhtamala pir mezin e ku Îran e.

Bolton ku li Abu Dabî ji nûçegîhanan re dipeyîvî, got ku gemîyên nefthilgir bi mayînên derayê hatine lêdan, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Îranê berê red kiribû ku ti peywendîya wê bi wan êrîşan heye. Îro jî berdevkê wezareta derve yê Îranê Abbas Musevî tawankarîyên Bolton bi tundî red kir.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî Tehran hişyar kiribû ku ger êrîşî berjewendîyên Amerîkî li Rojhilata Navîn bike, ewê bersîvdaneke pir tund bidin Îranê.

Karbidestên Washington û Tehranê her çiqas dîyar dikin ku ew şer naxwazin jî akozîyên sîyasî û leşkerî yên navbera her du alîyan di rojên dawî de kûrtir bûne.

XS
SM
MD
LG