Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rexneyên Navnetewî yên Ser Helwesta Wê ya Dijî Xwendekarên Zanîgehê Red Dike


Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku rexneyên navnetewî yên dijî helwesta hikûmetê ya hember xwendekarên Zanîngeha Bogazîcî nayên qebûl kirin.

Daxuyanîya wezareta derve hişyarî da welatên ku helwesta wê ya tund ya dijî xwendekaran nîşan didin ku xwe tev li karên navxweyî yên Tirkîyê nekin.

“Helwesta hêzên ewlekarîyê di cîh de ye jiber ku rêxistinên terorîst hewil didin ku têkevin nav xwepêşanderan û provakosyonan bikin. Em pêşnîyar dikin ku yên ku dersa qanûn û demokrasîyê didin welatê me, pêşî li xwe binêrin. Mafê ti kesî tuneye ku xwe têxe nav karê hindurîn yên Tirkîyê,” daxuyanîya wezarerê got.

Ew çend hefte ne xwedekarên Zanîngeha Bogazîcî xwepêşandanan dikin û erkdarkirina dilsozê hikûmetê Melîh Bulu ya wek serokê nû yê zanîngehê şermezar dikin.

Mamosteyên zanîngehê jî piştgirî didin xwendekaran û seroktîya Bulu napejirînin ku ew berê ji lîsta Partîya dad û Pêşvebirinê (AKP) bûbû berbijarê parlamanterîyê.

Xwendekar û mamosteyên zanîngehê dixwazin ku Bulu dest ji kar berde û zanîngeh bi xwe serokê xwe hilbijêre.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price do Çarşemê nerazîbûna xwe ser binçavkirina xwendekarên wê zanîngehê dîyar kiribû.

Proce gotinên karbidestên Tirk yên dijî civaka LGBTI jî bi tundî şermezar kiribû.

XS
SM
MD
LG