Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Nûneran Boehner Dest ji Kongresê Berdide


Ofîsa Serokê Civata Nûneran John Boehner îro Înîyê dibêje, ewê di dawîya meha 10, Cotmehê de karvekêşana xwe ji Kongresê bide û dest ji posta xwe jî berde.

Boehner ê Komarî ku di sala 1990î de ketibû Civata Nûneran, di van demên dawî de, jiber çend mijaran, di bin giwaştina baska konservatîf ya Partîya Komarî bû.

Boehner îro li ser budceya hikûmeta federalî, bi hevrikên xwe re, çend civînên girîng rêve dibir ku nehêlê piranîya dezgehên hikûmet di hefteya pêş de bên daxistin.

Maqama seroktîya Civata Nûneran, di rêza dûyê ya wergirtina rêbertîya welêt e, eger ku serok û cîgirê wî nikaribin wî karî bidomînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Boehner ji alîyê hevkarên xwe ve, pênc sal berê, di 61 salîya xwe de, wek serok hatibû hilbijartin.

XS
SM
MD
LG