Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Bob Corker: Dijwar E ku Cenevre Aştî Bîne Sûrîyê


Senator Bob Corker
Senator Bob Corker

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de Serokê Komîteya Peywendîyên Derve, Senatorê Tennessee Bob Corker li ser mijarên girîng wek danûstandinên aştîya Sûrî, şerê dijî DAIŞ û rêkefitna navokî ya ligel Îranê peyîvî.

Corker li ser rewşa Sûrîyê got ku zehmet e ku danûstandinên Cenevrê aştî li Sûrîyê bîne û Beşar Esad ji desthilatê bîne xwarê.

“Hevrikên Sûrî di bin şertên giran de neçar hêstin ku tev li danûstandinan bibin. Daxwazên wan yên bo alîkarîya mirovahî bi cîh nehatin. Dîsa, daxwaza berdana girtîyan ji alîyê Esad ne hate pejirandin."

Corker got, tevî ku ew dixwaze geşbîn be, ew proses xeler destpê kiriye:

"Mirov di qonaxa destpêbûna danûstandinan binêre, dibîne ku pir çetin e ew danûstandin encaman bînin.Ez piştgirîya peyvajoya danûstandinan dikim, lê ne bawer im ku hîn alîyên beşdar bihêlin ku encamên kêrhatî derkevin. Hikûmeta Esad bi piştevanîya Rûsya û Îranê pêşketin dest xist, loma jî ez ne geşbîn im encameke gor dilê me peyda be.”

Wek bersîva pirsa “Gelo, Esad bi dilê xwe kursîya xwe berde?” Senator Corker got, “ew bawer nake ku Esad di vê demê de desthilatê berde.

“Esad bi xêra desteka hevalbendên xwe dît ku pêşveçûnê dest dixe. Biryara Neteweyên Yekbûyî jî têr nekir ku pêşî li karaîna wî ya bombeya varîl bigire. Aniha her tişt li gor daxwaza wî diçe. Ez sedemekê nabînim ku Esad neçar bike ku desthilatê berd û here.”

Corker derheqa rêkeftina navokî ya ligel Îranê jî dibêje, ew piştgirîya wê rêkeftinê nake.

“Tevî ku Îran li dijî şertên rêkeftinê gavan avêt û ceribana muşekên balîstîkî kir, civata navnetewî ti toleyên aborî ser Îranê nedana. Dema em li helwesta Rojava dinêrin, dibînin ku berjewendîya wan di pêş de ye.Ewrupa û Rûsya çekan difroşin Îranê û firotina neftê jî berdewam e.”

XS
SM
MD
LG