Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê dîyar kir ku ew jiber helwesta Rûsya ya dijî Ukrayna ketine fikaran.
Blinken da zanîn ku ewê li hember Rûsya tevî hevalbendên NATO piştgirîya Ukrayna bikin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Blinken ew daxuyanî ser danûstandinên dualî yên bi Wezîrê Derve yê Ukrayna re belav kiriye.
Blinken li Stokcholmê beşdarîya civîna salane ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) dike.
Di demên dawî de jber leşkerên Rûsya yên nêzî sînorê Ukrayna di navbera welatên rojava û Rûsya de girjî çêdibin.
Kêşeya koçberên li sînorên Belarûs û welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî yek ji mijarên sereke yên civîna OSCE ye.