Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî agirbesta Îsraîl û Hamasê îro Duşemê serdana herêmê dike.
Antony Blinken dê wek wezîrê derve cara pêşî here herêmê.
Blinken dê li herêmê bi karbidestên Îsraîl û Filistînê re bicive û danûstandinan bike.
Rêvebirîya Amerîka dide zanîn ku ewê bo alîkarîya mirovî ya seba Gaza û binesazîya wê herêmê bi karbidestên Filistînî, Îsraîlî û Neteweyên Yekbûyî (NY) re bixebitin.
Blinken berî here Rojhilata Navîn ji CNN’ê re dîyar kir ku niha li herêmê bala wan pirtir li ser rewişa mirovan e û ew dixwazin rewş çêtir bibe.
Wezîrê Derve di kanala ABC de jî dîyar kir ku Serok Joe Biden bo herêmê piştgirîya modela dudewletî dike û da zanîn ku ew bo îro hema ne pêwîst e.
Wî di hevpeyvîna xwe de Hamas jî tawanbar kir û dîyar kir ku wê rêxistinê xêncî zararê tiştek nedaye Filistînîyan.