Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Çîn Ser Deryaya Başûrê Çînê Nîqaşan Dikin


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê dicivîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di derbarê ewlehîya deryayî de bal kişand ser alozîya-gefa li Deryaya Başûrê Çînê .

Blinken, Konseya Ewlekariyê ya NY hişyar kir û got ku ku di pevçûneke de "ewê jibo ewlehî û bazirganîyê encamên cidî yên cîhanî derxîne holê."

"Pevçûna li Deryaya Başûrê Çînê, an li deryayeke din, jibo ewlehî û bazirganîyê encamên cidî yên cîhanî derxîne holê.Dema ku dewletek jiber paşgohkirina van rêzikan rûbirûyê ti encaman nemîne, ev li her heremê bêcezabûn û bêaramîyekî mezin ava dike," Blinken got.

Deryaya Başûrê Çînê, di peywendîyên Çîn û Amerîka de mijareke yek ji gelek mijarên alozdar e jiber ku Washington îdayên Pekînê yên bo serwerîya li van avan de, red dike.

Çîn mafê serwerîya qadên berfireh yên Deryaya Başûrê Çînê îda dike ku bi herêmên aborî yên taybet yên Vîetnam, Malezya, Brunei, Endonezya û Fîlîpînê tê de ne.

Li van heremên deryayî de her sal bi trîlyon dolaran bazirganî tê kirin û her wiha ji hêla çavkanîyên masîgiriyê û gazê ve jî pir dewlemend e.

Blinken destnîşan kir ku Washington jiber kiryarên ku " "dewletên din ditirsînin û tehdît dikin ku negihêjin mafên xwe yên qanûnî yên çavkanîyên xwe yên deryayî, bifîkar e.

"Me di navbera keştîyên li deryayê de, tevgerên xeter û kiryarên provokatîf yên bo pêşxistina îdayên ser serwerîya deryayî yên neqanûnî dît," Blinken got.

Cîgirê Balyozê NY yê Çînê Dai Bing, Amerîka tawanbar kir ku jibo provakasyonana 'bêbingeh pirsgirêk derdixine, keştîyên leşkerî yên pêşkeftî bi kêfî û balafiran dişîne Deryaya Başûrê Çînê û bi awayekî eşkere hewl dide ku di nava welatên herêmê de pirsgirêkan derxîne'.

"Ev welat(Amerîka) bixwe bo aştî û aramiya li Deryaya Başûrê Çînê, bûye gefa herî mezin " Dai got.

Blinken got ev berpirsiyariya hemî welatan e ku jibo çareserîya aştîyane ya pirsgirêkên deryayî berevanîya rêgezên ku tevahîya wan li hev kirine, bikin; ne tenê yên ku ser girav û avên Deryaya Başûrê Çînê, serwerîyê îda dikin.

XS
SM
MD
LG