Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Awayê Danûstandinên bi Îranê re Rexne Dike


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Pêncşemê li Kuweyt di preskonferansekê de, di derbarê danûstandinên bi Îranê re axifî.

Blinken ragihand ku pêyvajoya danûstandinên digel Îranê bo vejandina peymana navokî ya 2015'an nikare bi rengekî heta hetayî bidome.

Wî got ku dem hatiye ku êdî Îran hin gavan bavêje

"Em pabendî dîplomasîyê ne, lê ev pêyvajoya nikare wiha, heta hetayî bidome, " Blinken got.

Alîyên ku beşdarî danûstandinan dibin, Çîn, Rûsya, Fransa, Brîtanya, Almanya û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî di nav de ne, hîn negotine ku kengê ew dikarin jinûve destpê bikin.

Blinken destnîşan kir ku heke Îran kiryarên xwe yên ku sozên peymana navokî binpe dike bidomîne, destketinên ku Plana Hevbeş û Berfireh ya Çekên Navokî) bi dest xistiye, bi vegera peymanê wê bi tevahî neyê vegerandin.

"Me bawerî û daxwaza xwe ya bo vejandina lihevhatina hevpar ya peymana navokî bi zelalî destnîşan kir. Top li meydana Îranê ye û emê bibînin ka ew amade ne ku biryarên pêdivî yên bo jinûve vegera peymanê, bidin yan na, " Blinken got.

Danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û Washington de jibo vejandina peymana navokî, ya ku Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka vekişand, di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin.

Rawestandina danûstandinan du roj piştî ku Îbrahîm Raîsî di 5'ê Tebaxê de bû serokkomarê Îslamî, pêk hat.

Rêberê ruhanî yê Îranê, Alî Xamenyî roja Çarşemê dîyar kiribû ku ewê Tehran di danûstandinên navokî de daxwazên 'serhişk' yên Washington qebûl neke û zêdekirina pirsên din yên ser danûstandinê bi tundî red kir.

Welatên Ereban yên Kendavê xwestin ku tevlî danûstandinan bibin, û her wiha bo çareserîya ku ew peymaneke bo bernameya mûşekên balîstîk û pêşî girtina bêaramîya herêmê, daxwaz dikin.

Hevdem, Blinken di seredana xwe ya Kuweytê de, bi emîrê serdest re hevdîtineke kir û mijara veguhestina wergêrên Afganî jî nîqaş kir.

Dema ku hêzên Amerîka vedikişin, gelek Afganên ku bi hêzên NATO re dixebitîn ji tolhildanên rexistina Talîbanê ditirsin.

Di navbera Amerîka û Kuweytê de, piştî hevalbendîya ku dagirkirina îraqê ya Kuweytê bi 1990-91'an de bi dawî kir, peywendîyên xurt hene.

Hevdem, Amerîka gelek bingehên leşkerî yên li Kuweyt bikar tîne.



XS
SM
MD
LG