Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Antony Blinken bi Hevtayê Xwe yê Çînî re li Laos Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Hevtayê Wî yê Çînî Wang Yi
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Hevtayê Wî yê Çînî Wang Yi

Amerîka hevdîtina Wezîrê derve Antony Blinken bi Wezîrê Derveyê yê Çînê Wang re pesin da û weke danûstandinên "zelal û berhemdar" bi nav kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller di daxuyaniyekê de ragihand ku Blinken û Wang Yi "li ser mijarên sereke yên dualî, herêmî û cîhanî gotûbêjên zelal û bi bandor kirin."

Ji aliyê din ve, Reuters ji zarê karbidestekî payebilind yê Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku Blinken bi Wang Yi re li ser Taywanê axaftinek dirêj kir, ku tê de dilgiraniya Washingtonê derbarê kiryarên vê dawiyê yên provokatîf yên Pekînê diyar kir.

Rayedar diyar kir ku Blinken û Wang li hev kirin ku pêşveçûnên di têkiliyên leşkerî yên di navbera her du welatan de bidomînin.

Her du wezîr li kêleka lûtkeya Yekîtiya Netewên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li Laosê saetek û bîst deqîqeyan li hev civiyan, ku Blinken herwiha piştgiriya Çînê ji binkeya pîşesazî ya berevaniyê ya Rûsyayê re gotûbêj kir û hişyarî da ku Washington dê li dijî kompaniyên Çînî yên ku di şerê Ukrayna de alîkarî didin Rûsya dê tedbîran bistîne.

Wî got, ku Wang di vê mijarê de ti sozek nedaye.

Blinken û Wang li ber kamerayan destên hev hejandin û silav dan hev, lê wan ti şîrove nekirin berî ku bikevin danûstandinan li pişt deriyên girtî di civîna xwe ya şeşemîn de ji 23ê Hezîranê ve, dema ku Blinken serdana Pekînê kir wek nîşanek bihêz a başkirina têkiliyên aloz di navbera du welatên xwedî aborîya herî bihêz û mezin li cîhanê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG