Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Ew Bi Wezîrên G7 Û YE Re Li Dor Rewşa Rûsyayê Axiviye


Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken roja Şemiyê got ku ew bi hevtayên xwe yên G7 û YE re axivî piştî ku çekdarên Wagner hin navendên leşkerî li başûrê Rûsyayê kontrol kirin.

Blinken li ser Twitterê nivîsî: "Amerîka dê bi hevalbend û hevkarên xwe re di hemahengiyek nêzîk de bimîne di demekê de ku pêvajo di rewşê dibe."

Wezareta derve got, Blinken bi hemî hevtayên xwe yên G7 ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya Brîtanya, û nûnerê Yekîtiya Ewropî ji bo karûbarên derve û siyaseta ewlekariyê re axivî.

Berdevkê wezareta derve Matthew Miller di daxuyaniyekê de got, "Wezîr Blinken dubare kir ku piştgiriya Amerîka ji Ukraynayê re nayê guhertin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG