Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Polonya Danûstandinan Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê li Polonya bi karbidestên paybilind yên hikûmeta wî welatî re danûstandinan dike.

Blinken wê bi karbidestan re ser piştgirîya jibo ya Ukrayna ya seba têkoşîna dijî Rûsya û pêşvebirina hevkarîya berevanî ya Washington û Warsawê biaxife.

Dîplomatê payabilind yê Washingtonê berî herê Polonya ya hevbenda NATO’yê, do Çarşemê serdana Kîevê kiribû li wir li daxwazên karbidestên Ukraynî guhdarî kiribû.

Karbidestên Kîevê dixwazin sînordarkirina ser çekên dûravêj yên dewletên Rojavayî werin rakirin ku ew êrîşan bibin ser kûrahîyên axên Rûsî.

Çaverê ye Blinken li Polonya bi Serokwezîr Donald Tusk, bi Serok Andrzej Duda û bi Wezîrê Derve Radoslaw Sikorski re bicive.

Jêderên Polonya dibêjin ku Duda û Blinken wê ser ewlekarîya rojhilata Ewrupa biaxifin.

Piştî ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir, endamên NATO li rojhilatê ketine nava tirsê loma jî Polonya hewil dide ku sînorên xwe yên bi Rûsya û Belarûsê re xurt bike.

Peywendîyên Polonya û Rûsya piştî Rûsya bi hezaran leşkeran êrîş birin ser Ukrayna bi awayekî tund xirab bûn.

Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û hêzên Rûsî di demên dawî de êrîşan li rojhilata welêt berfireh dikin û pêşve diçin.

Kîevê jibo pêşveçûna hêzên Rûsî bisekinîne û berê wan bide alîyekî din meha borî leşkerên xwe şandin ser Kursk ya Rûsya, lê pêşveçûna hêzên Ukrayna sekinî.

XS
SM
MD
LG