Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken jibo Agirbesta Gaza û Berdana Dîlên Îsraîlî li Misirê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê jibo danûstandinên ser agirbesta Gaza û berdana dîlan derbazî Misirê bû.

Blinken li Misirê bi serokomarê wî welatî Abdel-Fattah El-Sîsî re danûstandinê dike ku Qatar, Misir û Amerîka jibo agirbesta li Gaza û berdana dîlan navbeynkarîyê dikin.

Blinken do Duşemê jî li Tel Avîvê bi rêberên Îsraîllî re hin hevdîtin kiribûn.

Blinken dîyar kiribû ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşnîyara Amerîka, ya hewil dide du alîyên şer nêzîkî hevdu bike, qebûl kiriye.

Wî bang li Hamasê kir ku jibo bingeheke danûstandinan çêbe pêşnîyara Amerîka bipejirîne.

Hamas pêşnîyar red nekir, lê got ku lihevkirina berê pûç bûye, Hamas îdia kiribû ku Îsraîl û hevbenda wê Amerîka peyvajoya danûstandinê bi nîyetên xirab dimeşînin.

Karbidestên Filîstînî didin zanîn ku ji Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 40,000 kes hatine kuştin.

Girjîya li herêmê bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsrîalê gur bû ku di wan êrîşan de li gor Îsraîlîyan 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes dîl hatin girtin.

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê li başûrê Gaza 6 termên dîlan bi dest xistine û dîyar kir ku ew bawer dike ku li axa Filîstînîyan 109 rehîne mane û parek û ji sê parên wan mirî ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG