Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Girîngî Dide Daxwazên Nûnerên Êzîdîyan


Civîna Wezîrê Derve ya Amerîka roja Sêşemê ligel şandeke Êzîdî li Washington.
Civîna Wezîrê Derve ya Amerîka roja Sêşemê ligel şandeke Êzîdî li Washington.

Ligel nêzîkbûna salvegera 10'an ya êrîşên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên ser Şengalê, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ragihand, yek ji awayên bîrxistina bîrewerîya deh salan ya jenodîsa DAIŞ li dijî Êzîdî û kêmanîyên din, “ne tenê qurbanîyan di bîra xwe de bînin, lê rêzê li wan bigirin, guhê xwe bidin serpêhatiyên wan û li bîra xwe û her kesî bînin.”

Roja Sêşemê, Blinken ligel şandeke 5 rêberên civaka sivîl ya Êzîdîyan li wezareta derve li Washington kom bû.

got, “Îro min dixwest tekezî li ser pabendbûna me ya piştgirîya berdewam bikim jibo asayîkirina jîyana civakên ku herî zêde ji destê DAIŞ'ê zîyan dîtine, dadgehkirina berpirsên vê trajedîyê, û misogerkirina ku ev yek careke din dubare nebe û DAIŞ jinûve venegere.”

Nûnerên çend sazî û civakên sivîl yên Êzîdî got ku civîna bi wezîrê derve re hem jibo civaka Êzîdîyan ku Amerîka ew jibîr nekirine û hem jî jibo hikûmetên Bexda û Hewlêrê bi xwe peyamek bû ku karbidestên bilind yên Amerîka haydarî rewşa xirab ya civaka Êzîdîyan in. Ev rewş çi bi egera derbiderbûna bêtirî deh salan ya nêzîkî 300,000 xelkê Şengalî û astengên mana wan di kempên awareyan de, çi jî bi egera nearamiya herêma Şingalê jiber nakokîyên alîyên siyasî li ser şêweyê rêvebirina wê deverê.

Çalakvanên Êzîdî got ku piranîya pirsgirêkên Êzîdîyan dê werin çareser kirin eger Amerîka û civaka navneteweyî desthilata xwe bi kar bînin û fişarê li rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de çend pirsên ku xema civaka Êzîdîyana e hatin gotûbêj kirin:

  • Pêdivîya bicîhkirina mekanîzmekê jibo ewlekarîya herêmê bi beşdarîkirina Êzîdîyan di cîhê biryaran de, bi taybetî di pêşengîya hêzên ewlekarîyê. Jiber ku bêyî planên stratejîk jibo çareserkirina valahîya ewlekarî û îdarî û cîbicîkirina projeyên hikûmetê li Şengal û deşta Nînewa, siberoja civaka Êzîdîyan wê zelal be û vegerandina wan ya bi silametî ne mimkun e.
  • Rastîya kû Şengal û Êzîdî bi giştî bûne qurbanên milmilana siyasî ya partîyên cuda cuda yên Îraqê jiber ku nûneratîkirina wan li parlamanên Îraq û herêma Kurdistanê ne li gora jimarên wan e. Belku Êzîdîyan ti nûner di cîhê biryaran de tunene, çi di hikûmeta navendîya Îraqê de çi di hikûmeta herêma Kurdistanê de. Ev dibe sedema ku budceya ji herêman wan re tê terxan kirin nayê xerc kirin.
  • Hezaran dosyayên qanûnî li dijî endamên DAIŞ li dadgehên Îraqê, Herêma Kurdistanê yên navnetewî hatine tomar kirin lê, deh sal derbaz bûn û bi tenê 5 ji wan ketene pêş dadgehan. Zêdebarî wê, hikûmeta Îraqê xwestiye ku didema salekê de desteya Neteweyên Yekbûyî ya komkirina belgeyan li ser tawanên DAIŞ were rawestandin.
  • Pêdivîya ku parlamana Îraqê qanûnek li dijî gotarên nefretê derxîne û divê rayedarên hikûmetê bi tundî gotinên nefretê yên ku Êzîdîyan yan civakên din dikin armanc şermezar bikin.
  • Damezrandina desteyeke fermî jibo naskirin û rizgarkirin dîlên ku hîn hinda ne, û vekirina hemû gorên bi komî yên mayî û jibo naskirina qurbanîyan, pêvajoyeke zelal û bi bandor cîh bigire.

Wezîrê derve û alîkarên wî yên di civîna ligel çalakvanên Êzdî de piştrast kir ku ev dawxazên rewa ne.

Blinken got, “mebesta vê civînê ew e ku bi taybetî bibihîzin ka em dikarin çi bikin û ka çawa berdewmîyê bi karê rast û durist bidin jibo qurbanîyên ku ji hêla DAIŞ ve zarar dîtine."

Piştî civînê, Wezîrê derve yê Amerîka di peyamekê X de got ku welatê wî pabend e ku piştgiriyê bide rizgarbûyî di peydakirina dadmendiyê û nûveavakirina jîyan û welatê wan.

XS
SM
MD
LG