Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken ji Lavrov re: Emê Heta Dawî Piştgirî Bidin Ukrayna


Wezirê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Rûsî Sergey Lavrvo îro Pêncşemê li civîna dîplomatên payebilind yên G20 bi kurtî axifîn.

Karbidestên Amerîkî ragihand ku Blinken û Lavrov li G20 ya New Delhi bi qasî 10 deqîqeyan peyivîne.

Hevdîtina kurt li vê demê rast tê ku peywendîyên Washington û Moskowê pûç bûne û girjîya di navbera wan de jî jiber şerê li Ukrayna gur bûye.

Li gor ragihandina karbidestên Amerîkî, Blinken bi Lavrov re ser 3 mijaran axifîne.

Blinken dîyar kiriye ku Amerîka dê heta dawî li şer were piştgirî bide Ukrayna.

Wî gotiye divê Rûsya li peymana navokî ya New START vegere û dîyar kiriye ku divê Moskow, Amerîkîyê girtî yê bi navê Paul Whelan berde.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Lavrov û Blinken li ser nigan axifîne, lê wan ti danûstandin yan civîn nekiriye.

Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî ji dewletên G20 dixwazin ku zextê li Moskowê bikin ku ew hêzên xwe ji Ukrayna vekişîne.

Rûsya jî îdia dike ku şandeyên Rojavayî dixwazin binketinên xwe yên aborî bixin stûyê Moskowê.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG