Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken jibo Danûstandinên Nû yên Ser Agirbestê Derbazî Îsraîlê Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê jibo hewildanên nû yên ser agirbestê derbazî Îsraîlê bû.

Blinken di gera Rojhilata Navîn de ye jibo danûstandinan ser rewşa herêmê û û Îsraîl welatê pêşî yê serdanê ye.

Ji gurbûna pevçûnên çekdarên Hamas û Îsraîlê vir ve Blinken cara 11’an e serdana herêmê dike.

Ev serdana dawî ya Blinken li vê demê rast tê ku Îsraîlê li herêma Filîstînîyan dijî Hamasê û li Lubnanê jî dijî Hizbullahê operasyonên xwe berfireh kirine.

Blinken, ku wê jibo danûstandinan hefteyekê li Rojhilata Navîn be û li Urdun û Qatarê jî danûstandinan bike, îro Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevanî Yoav Gallant û karbidestên din re dicive.

Danûstandinên dîplomatîk yên berê yên ser sekinandina pevçûnên li herêmê bi ser neketin.

Hizbullahê îro Sêşemê serê sibê ragihand ku çekdarên wê bi roketan êrîş birine ser navendeke leşkerî ya Îsraîlê ya nêzî Tel Avîvê û bingeheke deryayî ya li rojavayê Hayfa.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG