Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Ew Nêzîkî Agirbesta Îsraîl û Hamasê Bûne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê ragihand ku agirbesta Îsraîl û koma mîlîtan ya Filîstînî Hamas nêzîk e.

Blinken dîyar kir ku danûstandkar roj bi roj nêzîkî vê armancê dibin.

Amerîka jibo berdana dîlan ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di destê Hamasê de û jibo pirtir aîkarî herin Gaza, tevî Qatar û Misirê hewil dide ku jibo herêmê agirbestekê çêke.

Blinken li Foruma Ewlekarî ya Aspenê, ku li Colorado lidar dikeve, dîyar kir ku Hamas û Îsraîlê piştî dîplomasîyeke demdirêj agirbesta ku Serok Joe Biden meha Gulanê çarçoveya wê danîbû, pejirandiye, lê divê hin kêşe werin çareser kirin.

Wî got ku ew jibo lihevkirina ser berdana rehîneyan û çêkirina aştî û îstiqrara mayînde pêşve diçin û ew bawer dike ku ewê di demeke nêz de bigihijin armancên xwe.

‘’Hin miijar hene ku divê ser wan danûstandin çêbin û ew werin çareser kirin. Em niha di orta vî karî de ne.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê hefteya pêş here Washingtonê û 24’ê Tîrmehê di rûniştina hevbeş ya Kongresa Amerîkî de biaxife.

Qesira Sipî do Pêncşemê ragihand ku çaverê ye ku Biden li gor peyvajoya başbûna ji COVID-19 bi Netanyahu re bicive.

Blinken, li ser pirseke derbarê serdana Netanyahu got ku Washington dixwaze ku jibo agirbestê bigihêje armanca xwe.

Wî got ku ew dixwazin jibo gavên piştî vê qonaxê planeke zelal hebe û dîyar kir ku ewê bi Netanyahu re ser van mjijaran danûstandinê bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG