Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Bexda Dibêje Divê Ew Nehêlin DAIŞ Jinûve Xurt Be


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê li Bexdayê got ku ewê bi Îraqê re bixebitin ku nehêlin rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ), piştî ketina desthilata Beşar Esad li Sûrîyê xwe bi hêz bike.

Blinken got ku ti kes giringîya aramîya li Sûrîyê û nehêlana vejîna cîhadîyên DAIŞê ji Îraqê baştir nizane loma em bi biryar û pêbawer bin ku DAIŞ jinûve dernekeve hole.

Blinken, di gera xwe ya ser krîza Sûrîyê de ji Enqere ya paytexta Tirkîyê çû Bexda û bi serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sudanî re hevdîtineke pêk anî.

“Min ji Sudanî re pabendbûna me ya ser xebata bi Îraqê re, di warê ewlehîyê û serwerîya Îraqê, jibo xurtkirin û parastina wan xebatan got. Amerîka û Îraq, bi hevre bi têkbirina xîlafeta DAIŞê bi salan e xebitîn û serketineke mezin bi dest xistin," Blinken li Bexda got.

Piştî ku helîkopterek ew bir navenda Bexdayê, Blinken li ser pêşketina avahîsazîyê pesna Îraqê jî da û got ku ew serketineke mezin e.

Piştî têkirina Esad ya ji alîyê serhildayan ve, hikûmeta Îraqê gotibû ku ew rêz li vîna azad ya hemû Sûrîyan û yekparçebûna axa wî welatî digire.

Hêjayî bîrxistinê ye ku wek beşek koalîsyona navneteweyî dijî şerê DAIŞ’ê li Îraqê nêzî 2,500 û li Sûrîyê jî dora 900 hêzên Amerîka hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG